logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî daxuyanî dan (Agahiyên li ser Rojava)
  2. Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)
  3. Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan
  4. Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?
  5. Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • Dîrok: 24/01/2026

ez zarok im
cezayekî giran im
xwe nadim xwedê 

Gotinên 
hîn pê li mayînên deng nekirine, dibêjin:
“Zorbayeke êşiyayî ye edebiyata bindestiyê – li goristana metnên êşiyayî û zorba, çavên xwendinê zû bi zû li qerekterên zindî rast nayên.” 

Gotinên 
hîn ji devê min nefiriyane û nebûne fuzeyên hîpersonîk di sînga vê nivîsê de, dibêjin:
“Barbariyeke êşiyayî ye edebiyata kedî. Kovîbûna xwe nadim nava lepên wê. Wekî Enkîdo şûr nakişînim li şevê. Mirina xwe nakim kevirê qorzîkê – te dî ew ê qewîn dike dîwarê nemirtiya xwedayên xezebê û tirsê.”   

Gotinên 
hîn ji ezmanê zimên nexwiricîne û ev rûpel nekirine galaksî, dibêjin:
“Ji sînorê hişê kurdan wê de, misqalek çirûsk zikê tariyê diçirîne. Ji sînorê hişê kurdan vir de, misqalek tarî zikê ronahiyê diçirîne.” 

Gotinên
hîn li rexê deryaya şerabê, li ser şezlonga zimanê min dirêjkirî, dibêjin:
“Em ê dev ji vê konfora bêdengiya serxweşîyê bernedin û nebin xizmetkarên deng

wekî 
demançeya lûleya wê li ser cenîka Hîtler diêşiya

wekî 
birîna hesin a tilîkek dîktator ew dikola

wekî
hêrsa peyvên di bêkêriya destê şairê xwe de diteqiyan

wekî
dirêşa aşiqê serxwebûna sexte ya di birîna eşqê de li azadiya tirsonek digeriya

wekî
qêrîna dawî ya ji devê birînê dirijiya ser rûyê jêçûna ebedî û edebî

wekî
zîla têlefona newekbûna di kefa destê wekbûna xwe de diziriya

wekî
wekî a bi dizî li ser mirina wekbûna xwe digiriya 

Piştî defaktoya millî kirasê angaje ji rihê xwe dike, qedera vê nivîsê ji nû ve dest pê dike:

wekî 
min van gotinên absurd nenivîsîbe, di hundirê serê xwe de min berî dabe wê dinyaya hîn hêmayekê ew kifş nekiriye û bibezim 
wekî 
beza berî dabe tirsa xwe 
wekî 
bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin, di zikê tirsa xwe de biteqim. Çavên min bi ser dinyaya hîn nehatiye kifşkirin de bên girtin û gotinên şil ji devê min biniqitin: 
wekî
li havîna deryaya Med, li ber siya ala rengîn ya di destê serxwebûnê de li ba dibe, melekeke di rengê berfê de ji asoya vê nivîsê dakeve, bi lêvên xwe hêmayên şîn li ser rûpelê lêvên min lêbike 
û 
zarokên welatê min helbesta eşqa azadiyê û azadiya eşqê ji hev re bixwînin…
 

Hin Nivîsen Nivîskar

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • 12 Berfanbar 2025

  li zemanê mala bavê keçek xwe dide ber derzîya makînê û dayikekê didirû ji dengê min re… Li zemanê dengê min ne tazî, bajaran xwe dane ber siya dîwaran. Bajar dişibin qursikên li bin makîneya cildirû...

Nivîskar lekeyek e li ser berga kitêbê

  • 16 Gulan 2024

Çarşem- Porrê avê tune ye, birêz Strauss. Seba av di nava min de nefetise, destê xwe dikim por ji destê avê re. Av ji nava min derdikeve, ji destê min dirije ser rûyê tîbûna ax’ê, porê axê dibe şînbûna...

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • 23 Rezber 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Şemî- Hestîyar im îşev, wekî dildarekî kaînata sînga xwe kiriye qedeha dagirtî ji meya hesreta yarê. Hemû jinên kurd di sewta muzîsyenê kurd de bi dilsojî distrên û ez...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Xwebûn bi manşetê 'Derî ji bo yekîtiyê vedibin' veciya

ad

Li ber Lîseya Galatasarayê dersa bi kurdî

ad

Hejmara BDP'yiyên girtî diyar bû

ad

Berendamên Globa Zêrîn diyar bûn

ad

'Bêrîvan’ li welatên Ewropayê ye

ad

Ciwan Haco: Hezkiriyên min nebin ez sifir im

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî daxuyanî dan (Agahiyên li ser Rojava)

  • 28 01 2026
news

Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)

  • 29 01 2026
news

Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

  • 30 01 2026
news

Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?

  • 30 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname